Qalîbaf: Roja îro em hewcedarî hevgirtina navbera gel û dewletên îslamî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i356980-qalîbaf_roja_îro_em_hewcedarî_hevgirtina_navbera_gel_û_dewletên_îslamî_ne
Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Roja îro zêdetir ji her demeke din, em hewcedarî hevgirtina navbera gel û dewletên îslamî ne.
(last modified 2025-11-07T12:48:03+00:00 )
Tesrîn 07, 2025 16:17 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Roja îro em hewcedarî hevgirtina navbera gel û dewletên îslamî ne

Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Roja îro zêdetir ji her demeke din, em hewcedarî hevgirtina navbera gel û dewletên îslamî ne.

Mihemed-Baqir Qalîbaf ku serdana Pakistanê kiriye di axaftinekê da got: Umeta îslamî nabe ku bihêle tevgera asayîkirina pêwendiyan digel Rejîma Siyonîst pêşda biçe û divê têçûya vê kiryarê ji bo welatên ku bi dû wê ne, zêde bikin. Tevî têkoşîna dijî Rejîma Siyonîst, Umeta Îslamî divê rêya pêşketin, geşatî û hevkariyê di warên zanistî û aborî bişopîne da ku ji karwanê pêşketina cîhanî bi paşda nemnîne.