Wezîrê Derve yê Îranê sedema beşdarnebûna Îranê di civîna Şerm ul Şêxê de aşkira kir
Wezîrê Derve yê Îranê got: Em bi Kesên ku êrişî ser gelê Îranê kirine û tim gefê li me dixwen û boykotan ser me de disepînin re nakevin têkiliyê.
Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê derbarê sedema beşdarnebûna Komara Îslamî ya Îranê di civîna Şerm ul Şêxê de li ser tora civakî ya X`ê nivîsî: Îran ji ber vê gazîkirinê, destxweşîyê li Serokkomar Sîsî ji bo beşdarbûna di civîna Şerm ul Şêxê dike, lê tevî daxwaza jibo têkiliyên dîplomatîk, ne serokkomar Pizişkiyan û ne jî ez, em nikarin bi kesên ku êrişî ser gelê Îranê kirine û hîna jî gefê li me dixwen û boykotan dijî me disepînin re bikevin têkiliyê.Wezîrê Derve yê Îranê got, dîsa jî Îran pêşwaziyê dike ji her despêşxerîyekê ku jînosayda bi destê Rejîma Siyonîst li Xezzeyê bi dawî bike û bibe sedema derxistina hêzên dagirker. Wî got ku Îran hertim hêzek sereke ji bo aştiyê li herêmê bûye û dê wisa jî bimîne.