Vejiyandina biryarnameyên qedyayî yên Konseya Ewlehiyê dijî Îranê nayê qebûlkirin
Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê îdiaya sê welatên ewropî û Amerîkayê derheq vegerandina biryarnameyên qedyayî yên Konseya Ewlehiyê dijî Îranê de daxûyaniyek belav kir û têde tekez kir: Hewldana ji bo vejiyandina biryarnameyên qedyayî ne tenê ji hêla hiqûqê ve bê bingeh e belku ji hêla exlaq û mantiqê ve jî qet nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hatiye: Wezareta Karên Derve ya Îranê hewldana sê welatên Ewropî (Îngilîs, Almanya, Fransa) û Amerîkayê di warê kirêtbikaranîna pêvajoya çareserkirina nakokiyan ya ku li nav Rêketina Navokî û biryarnameyên 2231 a Konseya Ewlehiyê ya NY jibo vegerandina biryarnameyên betalkirî dijî Îranê hatiye pêşbînîkirin, neqanûnî û narewa da zanîn û tekez kir ku divê ev biryarname di dema diyarkirî (16ê Cotmeha 1404an) de xelasbûyî were zanîn. Di vê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku sê welatên ewropî, di halekî de bi pîjkirin û zexta Amerîkayê mekanîzma bi navê vegerandina boykotên dijî Îranê ( Snap back) dest pê kirine ku wan bi xwe, ji ber qisûriya berdewam û mezin di warê pêkanîna sozên xwe de tawanbarê - pêkneanîna eşkere ya sozên xwe li gorî Rêketian Navokî bûne û pêvajoya çareserkirina nakokiyên li Rêketina Navokî neçê bi kar anîne. Her wiha sê welatên ewropî bi piştgiriya rasterast an nerasterast ji destdirêjiya leşkerî ya Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser navendên navokî yên bi aşitî yên Îranê ku di çarçova Rêkevtinameya Navokî û pergala çavdêrî û kontrolkirinê da bûn, eşkere xalên Rêketina Navokî û biryarnmaeya 2231 a Konseya Ewlehiyê binpê kirine.
Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê jî di peyamekê ser medyaya civakî de nivîsî:Her tiştê ku li Newyorkê derbas bû nîşan dide ku işkesta gotûbêjan ne tesadufî bû. Redkirina dîplomasiyê ji aliyê Amerîkayê û sê welatên Ewropî ve kiryarek enqest bû ku li gorî hesabên wan ên şaş pêk hat û divê ew bizanin ku israra ser van texmînên şaş dê qeyrana nehewce ya niha çareser neke.Wî ragihand ku di axaftina xwe ya duh de, tekez kir ku her sê welatên ewropî sozên xwe yên Rêketina Navokî û biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NYya 2231 de cih neanîne lewma tu heqek ser îdiaya xwe ya niha tinene. Biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiyê dê 18 Cotmeha 2025an de dema wê bi dawî bibe û boykotên betalbûyî nikarin ji nû ve werin sepandin û her cure hewldanek ji bo vî karî pûç û bêhitbar e.