Hevdîtinên Wezîrê Derve yê Îranê li kêleka Civîna NY
Wezîrê Derve yê Îranê bi hevtayên xwe re li kêleka Civîna Giştî ya NY hevdîtin pêk anî.
Ebas Eraqçî di hevdîtina ligel Marya Malmêrastnergad Wezîra Derve ya Swedê de tekezî ser berpirsiyariya hevbeş a hemû dewletan ji bo rawestandina jînosayda li Xezzeyê û hesabpirsîna ji Rejîma Siyonîst ji ber binpêkirinên berdewam ên aştî û ewlehiya navneteweyî kir.
Eraqçî bi wezîrên derve yên Misir, Oman, Polonya, Sûdan, Awistirya û Fenlandê re jî hevdîtin pêk anî û bi wan re ser hevkariya zêdetir a welatên Îslamî ji bo rawestana li ber gef û şerxwzaiyên Rejîam Siyonîst ên dijî welatên Îslamî, gotûbêj kir.
Wî her wiha bi Rafael Grosi, Ser-rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re hevdîtin pêk anî û qala niyeta baş û nêrîna berpirsiyarane ya Îranê derheq mijara navokî kir û got ku her pêşketineke di vî warî de bi berpirsiyariya aliyên din û rawestandina zêdexwazîyê û sekinandina bikaranîna neçê ya Konseya Ewlehiyê jibo zexta ser Îranê ve girêdayî ye.