Serdar Şikarçî: Bereya Berxwedanê bihêztir ji berê li himber dijminan sekiniye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355663-serdar_Şikarçî_bereya_berxwedanê_bihêztir_ji_berê_li_himber_dijminan_sekiniye
Berdevkê Serokerkantîya Hêzên Çekdar tekez kir ku Bereya Berxwedanê, Hizbullah, Hemas, Ensarullah û Heşda Şebiyê îro ji berê bihêztir pêngavan radikin.
(last modified 2025-08-07T11:24:47+00:00 )
Tebax 07, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Serdar Şikarçî: Bereya Berxwedanê bihêztir ji berê li himber dijminan sekiniye

Berdevkê Serokerkantîya Hêzên Çekdar tekez kir ku Bereya Berxwedanê, Hizbullah, Hemas, Ensarullah û Heşda Şebiyê îro ji berê bihêztir pêngavan radikin.

Serdar Ebulfezl Şikarçî di merasimeke bibîranîna şehîdên iqtidarê de tevî bibîranîna şehîdan, ew wekî kûrahiya stratejîk a berxwedanê bi nav kir û got ku divê rêya wan were domandin.

 Serdar Şikarçî bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Îranê di asta bilind a amadebûnê de ne û got ku ku Bereya Berxwedanê li himber gefên Rejîma Siyonîst bihêz sekiniye û şehîdbûna têkoşeran hevgirtina wê xurtir dike.