Fitwaya alimên dînî yên Kurdistanê ji bo cihada dijî Rejîma Sîyonîst Berteka serokeşîrên Xezzeyê
Hejmareke alimên dînî, nivîskar, çalak û çîn û qatên gel ên parêzgeha Kurdistanê di mrasimekê da ku li mizgevta Qeba ya şarê Sineyê hat lidarxistin, xwe şirîkê xema gelê mezlûm ê Xezzeyê zanîn û piştgirî dan berxwedana Filistînê.
Di vê kombûnê da hejmareke alimên dînî yên berbiçav ên parêzgeha Kurdistana Îranê bi xwendina fitwayekê, ji bo cihada dijî Rejîma Sîyonîst bang li misilmanan kirin.
Di beşeke fitwaya alimên dînî yên parêzgeha Kurdistanê da hatîye: Di serdemekê da ku careka din agirê sitem û dagirkerîyê gurr bûye û warê mezlûm ê Filistînê nemaze Xezeeya berxwedêr daye ber xwe, dijminê mêjûyî yê misilman- cihûyan ango Rejîma Sîyonîst a dagirker bi bêşermîyeke bêmînak zariokan di himbêza dayîkên wan da dikuje û kesên bêguneh qirr dike.
Cinayetên ku Rejîma Sîyonîst a dagirker van rojana dike, ne tenê binpêkirina aşkira ya fermanên ilahî ne, belkî binpêkirina hemî isûlên mirovî û hemî peymanên navdewletî û mafên merivan tên hesêb. Bêdengî û xemsarîya himber van komkujîyana, gunehekî nayê efûkirinê û bêbextîyeke dîrokî ye.
Dr. Elaedîn Ebû Bilal Serokê Yekitîya Eşîrên Zîvala Xezzeyê jî ku bi rêya telefonê ji bo beşdarên civîna Alimên Dînî yên Kurdistana Îranê axivî, ji ber derxistina fitwya cihadê destxweşî li wan alimên dînî u vê helwesta wêrekane kir û ew kesana ``dengê heqîyê di serdema bêdengî û xîyanetê da`` bi nav kirin.
Wî di vê axavtina bo beşdarên vê civînê da ku li mizgevta Qeba ya şarê Sineyê hat lidarxistinê, got: Gelî nevîyên Selaheddîn Eyyûbî, hûn l irex gelê me sekinîne, çawan ku li gorî dîrokê we berî malê xwe, canê xwe ji bo umeta islamê fida kiriye.