Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Gelê Îranê sekinandina xurtkirina oranîyomê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354924-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_gelê_Îranê_sekinandina_xurtkirina_oranîyomê_qebûl_nakin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku ``yek ji isûlên me di mijara navokî da wek bingeha pêngava me di muzakireyan da, qebûlnekirina serdestîyê ye`` û got: Rawestandina xurtkirina oranîyomê ne tiştek e ku gelê Îranê qebûl bike.
(last modified 2025-05-31T12:04:27+00:00 )
May 31, 2025 18:12 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Gelê Îranê sekinandina xurtkirina oranîyomê qebûl nakin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku ``yek ji isûlên me di mijara navokî da wek bingeha pêngava me di muzakireyan da, qebûlnekirina serdestîyê ye`` û got: Rawestandina xurtkirina oranîyomê ne tiştek e ku gelê Îranê qebûl bike.

Seyîd Ebbas Iraqçî îro di merasima dubarekirina peyamana tev doz û armancên xîmdarê Şoreşa Islamî got ku enerjîya biaştî ya navokî mafê rewa yê gelê îranê ye.

Wî herwiha got: Eva ku alîyên hibmer dibêjin nabe Îran oranîyomê xurt bike, cureke sepandin e û ew nikarin bi serdestîxwazîyê daxwazîya xwe ser gelê Îranê da bisepînin û ev ne tiştek e ku gelê Îranê xwe bidin ber barê wê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Alîyên himber tenê ji ber dilnigeranbûna xwe ne mafê wan e ku gelê Îranê û nivşên bê yên vî gelî ji mafên wan bêpar bikin û enerjîya navokî ya biaştî mafê rewa yê gelê Îranê ye.