Dilnigeraniya Îranê ji ber rewşa Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354684-dilnigeraniya_Îranê_ji_ber_rewşa_lîbyayê
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dilnigeraniya xwe ya kûr ji ber berdewamiya pevçûnên leşkerî li Lîbyayê da diyarkirin û daxwaza rawestandina demlidest a tundûtûjî û xwînrijandinê kir.
(last modified 2025-05-15T11:31:02+00:00 )
May 15, 2025 17:48 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya Îranê ji ber rewşa Lîbyayê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dilnigeraniya xwe ya kûr ji ber berdewamiya pevçûnên leşkerî li Lîbyayê da diyarkirin û daxwaza rawestandina demlidest a tundûtûjî û xwînrijandinê kir.

Îsmaîl Beqayi, bal kişand ser berpirsiyariya hemû aliyên têkildar di van pevçûnan de ji bo alîkariya bo vegerandina aramiyê û ji wan xwest ku  li gor berjewendiyên gelê Lîbyayê  bila rêya diyalog û hevkariyê  jibo çareseriya pirsgirêkan bigrin ber xwe û îzna  destwerdana wêrankir a biyaniyan di alûgurên Lîbyayê de nedin.

Beqayi her wiha hevxemiya xwe  malbatên qurbanî û birîndarên van bûyeran  ra da diyarkirin. Sietek piştî ragihandina agirbesê, nerazî li dora avahiya serokwezîr kom bûn, êrişî wesayîtên leşkerî  kirin û ew şewitandin. Kesên nerazî bi hin dirûşmeyan daxwaza îstifaya Ebdulhemîd El-Debîbe û kabîneya wî kirin.