Pêgirîya serokomarên Îran û Ûrsêtê ser bicihanîna rêkevtinameyên hevkarîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354566-pêgirîya_serokomarên_Îran_û_Ûrsêtê_ser_bicihanîna_rêkevtinameyên_hevkarîyê
Serokomarên Îran û Ûrsêtê tevî hilkolandina peywendîyên dualî û dawîn alûgurên navçê û navdewletî, pêgirî ser vîna hevpar ji bo kûrkirina hevkarîyên istiratejîk û bicihanîna tam a rêkevtinameyên hevkarîya tam ên di navbera her du welatan da kirin.
(last modified 2025-05-07T11:32:12+00:00 )
May 07, 2025 13:56 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokomarên Îran û Ûrsêtê ser bicihanîna rêkevtinameyên hevkarîyê

Serokomarên Îran û Ûrsêtê tevî hilkolandina peywendîyên dualî û dawîn alûgurên navçê û navdewletî, pêgirî ser vîna hevpar ji bo kûrkirina hevkarîyên istiratejîk û bicihanîna tam a rêkevtinameyên hevkarîya tam ên di navbera her du welatan da kirin.

Mes`ûd Pêzêşkîyan û Viladimîr Pûtîn Serokomarên Îran û Ûrsêtê di gotûbêja bi rêya telefonê da dawîn peywendîyên dualî û alûgurên navçê û navdewletî hilkolandin û ji ber asta bêhempa, avaker û dostane ya peywendîyên her du welatan kêfxweşfbûna xwe dîyar kirin û dîyar kirin ku demajoya hevkarî û şirîkatîya her du welatan nemaze di warên bankî, tranzîta bi rêyên hesin û cadeyan û enerjîyê da erênî ye.

Pêzşkîyan û Pûtîn, wajokirina rêkevtinameya hevkarîya tam û istiratejîk di navbera Têhran û Moskowê da, nîşaneyeke ronî ya kûrbûna peywendîyên Îran û Ûrsêtê û xaleke werçerxanê di qahîmkirina hevkarîyên sîyasî, aborî, ticarî û emnî yên her du welatan da zanîn.