Beqayî: Dorpêça Xezzê ya ji hêla xwerinê ve, dijî mirovantiyê ye
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser Gemiya Wijdanê ku di avên navntewî yên perravên Maltê de alîkariyên mirovdostane û xwerinê ber bi Zîvala Xezzê ve dibir, bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî amajeyî dewama jînûsayda li Zîvala Xezzê bi bombebaranê û sepandina xela û birçîtiyê ser xelkê vê zîvalê kir û destnîşan kir: Êrişa ser Gemiya Wîjdanê ku di dewama pilana jînûsayd û jinavbirina xelkê Filistînê û bi armanca dilniyabûna ji dewama dorpêça ji hêla xwerin û dermanan ve ya xelkê bêsûc a Xezzê pêk hatiye, cinayeteka aşkera dijî xelkê Filistînê û karekî terorîstî dijî ewlehiya deryavaniyê ye. Beqayî bi şirîkzanîna Amerîkayê û piştgirên din ên Rejîma Siyonîst di van cinayetan de ji civaka cîhanî û welatên îslamî dixweze jibilî şermezarkirina webirr a Rejîma Siytonîst, rê ji bo bidawîanîna bêcezamayîna rayedarên vê rejîmê û muhakime û cezakirina wan xweş bike.