Îranê êrişên rejîma Îsrayîlê ser Sûriyê bi tundî şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354508-Îranê_êrişên_rejîma_Îsrayîlê_ser_sûriyê_bi_tundî_şermezar_kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Sûriyê û bombebaran û wêrankirina bineszaiyên sivîl û şiyanên berevaniyê yên vî welatî bi tundî şermezar kir.
(last modified 2025-05-03T11:48:15+00:00 )
May 03, 2025 16:08 Asia/Tehran
  • Îranê êrişên rejîma Îsrayîlê ser Sûriyê bi tundî şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Sûriyê û bombebaran û wêrankirina bineszaiyên sivîl û şiyanên berevaniyê yên vî welatî bi tundî şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî wek berteka li himber êrişên berdewam ên rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û êrişa ser  binesaziya leşkerî û sivîl a Sûriyê tekez kir ku  îro ji bo her kesî eşkere bûye ku armanca sereke ya rejîma dagirker ew e ku şiyanên berevanî, aborî û binesaziyê yên Sûriyê wek welatekî serbixwe ji nav bibe da ku bikaribe armancên xwe yên kirêt li vî welatî û herêmê bidomîne, û hevgav  jînosayd û dagirkiriyê li Lubnanê jî bidomîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got ku pêwîst e Rêxistina Hevkariya Îslamî mekanîzmayên heyî li dijî binpêkirina qanûn û aştiyê ji aliyê rejîma Îsraîlê ve bi kar bîne.