Bernama navokî ya Îranê, mêhwera gotûbêjên çaralî yên Îran, Çîn, Ûrsêt û IAEAyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354377-bernama_navokî_ya_Îranê_mêhwera_gotûbêjên_çaralî_yên_Îran_Çîn_Ûrsêt_û_iaeayê
Balyozê Ûrsêtê li Rêxistinên Navdewletî yên li Vîyenê ragihand ku wekîlên Îran, Ûrsêt û Çînê îro di hevdîtina tev Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) da rewşa bernama navokî ya Îranê hilkolandin.
(last modified 2025-04-24T11:21:07+00:00 )
Nîsan 24, 2025 15:37 Asia/Tehran
  • Bernama navokî ya Îranê, mêhwera gotûbêjên çaralî yên Îran, Çîn, Ûrsêt û IAEAyê

Balyozê Ûrsêtê li Rêxistinên Navdewletî yên li Vîyenê ragihand ku wekîlên Îran, Ûrsêt û Çînê îro di hevdîtina tev Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) da rewşa bernama navokî ya Îranê hilkolandin.

Mîxayîl Olyanov di peyamekê da nivîsî: Di vê hevdîtinê da Ûrsêt, Îran û Çînê nivîsareke hevpar derbara berulayên dosîya navokî ya Îranê raberî Rafael Girosî Ser-rêvebirê Ajansa navdewletî ya Enerjîya Atomê kirin.

Girosî hefteya buhurî li Têhranê bi Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve û Mihemed Islamî Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê ra hevdîtin pêk anî. 

Her du alîyan di wê hevdîtinê da basa demajoya hevkarîya teknîkî ya Îran û IAEAyê kirin.