Iraqçî: Îran pêbendî sozên xwe ye
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêbendiya Îranê li sozên navnetewî û hewldana ji bo gihîştina li hevhatineka nû pêgîrî kir.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran hertim sozdarê îmzeya xwe ye û li ser bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî û rêzgirtina li hev di peywendiyên navnetewî de pêgîrî dike. Iraqçî herwiha serederiyên newekhev ên welatên rojavayî û siyasetên şaş ên li hember bernama navokî ya Îranê rexne kirin û danûstandina kêrhatî, rêçareya bibandor ji bo çareserkirina nakokiyan da zanîn. Iraqçî pêgîrî kir: Îran hertim pêbendî her tiştekî ye ku îmze dike, ev mijar vê dawiyê bi awayeka aşkera ji aliyê birêvebirê istixbarata netewî ya Amerîkayê ve hatiye piştrast kirin. Ji ber ku Îran heta heft salan piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, pêbendî sozên xwe maye, eva nîşan dide ku pêbawer e û qet pêşiya hevkariyên aborî û zanistî bi Amerîkayê re negirtiye. Berbendên sereke, hikûmetên berê yên Amerîkayê bûne ku para zêde di bin bandora komên taybet ên bibandor de tev digeriyan.
Wezîrê karên derve yê Îranê pêgîrî kir bikaranîna gef û zexta dijî Îranê, bi salan e ku kêrnehatîbûna xwe nîşan daye û rêya hevhatinê girêdide; peywendiya kêrhatî ku li ser bingeha rêzgirtina li hev û cîgeha wekhev be, wê bona pêkanîna pêbaweriyê û pêşdabirina gotûbêjan pirr bibandor be. Berçavgirtina vê esla wekheviyê, pêwîstiya gihîştina li rêçareyeka adilane û mayinde ye.