Eraqçî: Tevî peyamên Waşîngtonê yên newekhev, helêwstên ser maseya muzakirê pîvan in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354290-eraqçî_tevî_peyamên_waşîngtonê_yên_newekhev_helêwstên_ser_maseya_muzakirê_pîvan_in
Wezîrê Karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Tehran peyamên newekhev û çendalî ji amerîkiyan werdigre û got: Tişta ku ser mseya muzakirê ye, pîvana rastîn a nirxandina helwêstan e.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 18, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Tevî peyamên Waşîngtonê yên newekhev, helêwstên ser maseya muzakirê pîvan in

Wezîrê Karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Tehran peyamên newekhev û çendalî ji amerîkiyan werdigre û got: Tişta ku ser mseya muzakirê ye, pîvana rastîn a nirxandina helwêstan e.

Seyîd Ebas Eraqçî li Konferansa rojnamevanî li Moskowê got: : Rastî ew e ku em gotinên newekhev ji aliyê Amerîkiyan ve dibihîzin.  Divê karbidestên amerîkî armancên van helwestan eşkere bikin, lê ya ku li ser maseya muakiran  tê  hilêxistin pîvan û diyarker e.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku helwêstên welatê wî  li muzakiran de zelal in û nehatine guhertin û got: Gotinên me nehatine guhertin û naguherin jî  û   emê her roj bi awayekî cuda neaxivin. Em li bendê ne ku aliyê amerîkî bi awayekî cidî û bi berdewamî di warê nêrîn û pêngavan de beşdarî muzakiran bibin û tenê wê demê muzakire bi pêşde  herin û pêşketineke  kêrhatî yê hebin.