Vekirina Odeya Bazirganî ya Hevbeş a Îran û Tirkiyê li Urmiyê
Nîsan 17, 2025 16:46 Asia/Tehran
Nivîsgeha Odeya Hevbeş a Bazirganiya Îran û Tirkiyê bona birêxistinkirina çalakiyên bazirganan û geşepêdana danûstandinên bazirganiyê di navbera her du welatan de li Odeya Bazirganî ya Urmiyê hat vekirin.
Riza Rehmanî, parêzgarê Azerbaycana Rojava di merasima vekirina vê odeya hevbeş de got: bihêzkirina hevkariyên sînorî di destûrkarê de ye û vekirina vê nivîsgehê pêngaveke girîng e ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî.
Parêzgarê Azerbaycana Rojava bal kişand ser giringiya peywendiyên aborî li gel Tirkiyê û got: Ev parêzgeh wek deriyê bazirganiya Îran û Tirkiyê tê naskirin û hikûmet jî piştgiriyê dide her cure karekî jibo geşeya bineszaiyên sînorî û bazirganiyê.