Beqayî: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê gefek dijî ewlehiya navneteweyî
Nîsan 16, 2025 19:41 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên hewayî yên Amerîkayê ser hinek ji navçeyên Yemenê bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî ev kiryara wek gefeke cidî dijî aştî û ewlehiya navdewletî nirxand. Beqayî bal kişand ser dûhatên mirovî yên van êrişan ji wan şehîd û birîndarkirina sivîlan û wêrankirina binesaziyên Yemenê, ew yek ji sedema bêewlehiya navçê û bihêzkirina kiryarên Rejîma Siyonîst li dewama kirîza Filistînê nirxand. Beqayî herwiha daxwaza berteka cidî ya Konseya Ewlehiyê ya NY û kiryara bi bandor a hikûmetên Îslamî û Rêxistina Hevkariya Îslamî bo rawestandina kiryarên binpêkirê qanûnên navdewletî kir .