Gotûbêjên Şemiyê li Omanê ezmûnek ji bo nirxandina Amerîkayê
Nîsan 11, 2025 18:35 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser hesabê xwe yê X-ê nivîsî ku em bi niyeta xêrê û hişyariya tam derfeteke tam û tekûz didin dîplomasiyê.
Îsmaîl Begayî gotiye, Amerîka divê qedrê vê biryara ku tevî hellahellayên wan ên dijminane hatiye dayîn,bizanibe. Em dixwezin ku roja şemiyê niyet û cidiyeta aliyê himber binirxînin û li gorî wê pêngavên din hilînin. Pêştir wezîrê derve yê Îranê gotibû, ger îradeya rasteqîn ya aliyê din bo muzakirê hebe, giheştina bo encamekê dûr nîne.