Adar 17, 2025 16:52 Asia/Tehran
  • Beqayî: Bersiva Trump piştî temambûna lêkolînan dê bê dayîn

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku bersiva Trump dê piştî temamkirina lêkolînan bi rêyên guncaw were dayîn.

Îsmaîl Beqayî  di civîna nûçeyan a hefteyê ya xwe got: Tişta ku di medyayê de derbarê vê nameyê de hatiye belavkirin, piraniya wan texmîn û guman in û ti bingeheke deqîq û eseh tinene.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bersiva pirsekê ku Trump di fermana êrişa ser Yemenê de gef li Îranê  xwariye got: Em ê bersiva her destdirêjiya li dijî yekparçeyiya axa Îranê û li dijî ewlehî û berjewendiyên neteweyî yên Îranê bidin û tu gumanek ser vê yekê tune ye.

Wî her wiha got: Eva ku Amerîkî û hevalbendên wan kiryarên gelê berxwedêr ên Yemenê bi kesên din ve girêdidin bi curekî cebirandina van şikestan in ku di 20 mehên derbasbûyî de ji tevgera berxwedanê xwarine. 

Serepeyv