Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Me ti name ji Trump wernegirtiye
Berdevkê Wezareta Derve di civîneke rojnamevaniyê li bersiva vê pirsê da ku gelo nameya Trump ji Îranê re hatiye şandin yan na, got: Na, Me ti name ji Trump wernegirtiye.
Îsmaîl Beqayî derbarê gefên Amerîkayê dijî Îranê got: Gef û zordarî li gorî hemû yasayan qedexe ye û di asta navdewletî de sûçeke e. Mahiyeta siyasetvanên amerîkî zordestî û paşguhkirina qanûn û mafên navneteweyî ye. Nêrîna niha ya rayedarên amerîkî li hember Îranê, nîşana micidnebûna wan ji bo muzakirê ye û muzakire di bin zext û gefan de bêwate ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê derbarê dirêjnekirina dema mûafiyeta Iraqê ji bo kirîna gaza Îranê jî, got: Di rastiyê de gotinên bi vî rengî, mukurhatina binpêkirina qanûnê û cinayetên dijî mirovahiyê ye. Boykotên yekalî yên Amerîkayê tu rewatiyeke qanûnî tine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li himber komkujiya elewiyan li Sûriyê jî got: Em bi tundî kiryarên bi vî rengî şermezar dikin, ji ber ku tu rewatiyek ji bo şîdet û kuştina sivîlan tine. Pevçûnên bi vî rengî wê rewşa ewlehiyê li Sûriyê aloztir bike.