Adar 05, 2025 20:25 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî hevgavê roja Çandina Daran sê Çiqil çandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî piştî çandina van çiqilan, çandina daran karek bi mifa, nihêrîna li dahatiyê û pêkanîna serwetê da zanîn û bi pêgîriya li ser pêwîstiya berçavgirtina bi awayeka cidî ya nehzeta netewî ya çandina daran ku par di hikûmeta şehîd Reîsî da destpê kir, got: Bila hemû xelk wekî karek qenc, daran biçînin ta ku bi zêdebûna daran, havîrdor xweş bibe. Hezretê ayetullah Xamineyî bi pêgîriya li ser viya ku çandina daran ji hêlên curbicur ve sermayedanîneka bikêr e û serwet û samanê pêk tîne, herwiha got: Çandina daran bi her armancekê, çi ji bo sûdwergirtina ji mêyweya daran û çi jî bona bikaranîna darê wan binirx e, karek tam bi mifa ye ku tê de zirar tineye.

Rêberê Şoreşa Îslamî bi pêgîriya li ser pêwîstiya micidbûna li ser nehzeta netewî ya çandina daran ku di dema serokomartiya şehîd Reîsî de destpêkir, got: Ev pilana ku par destpê kir û hîna jî berdewam e nîşan dide ku çandina yek mîlyard daran di çar salan da pêkan e û dem û dezgehên hikûmî divê di vî warî de alîkariya xelkê bikin. Hezretê ayetullah Xamineyî bi pêhişyariya li ser birrîna daran û vuguherîna erdên cotkariyê ji bo karên din got: Birrîna daran ji bilî mebestên teknîkî û pêwîst, zirar û xeter e û divê pêşiya kavilkirina daristanan û veguherîna erdên cotkariyê ji bo karên din were girtin.

Serepeyv