Amadetiya hêzên çekdar ên îranê ji bo sekinîna li hember gefên dijminan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353480-amadetiya_hêzên_çekdar_ên_îranê_ji_bo_sekinîna_li_hember_gefên_dijminan
Serokerkanê hêzên çekdar ên Komara îslamiya Îranê got: Eger ewlehiya Îranê bikeve ber gefan, wê ewlehiya gişt navçeya rojavaya Asiyayê têkeve ber metirsiyê, û sebebkarên bê ewlehîtiyê û piştgirên wan yê aramiyê nebînin.
(last modified 2025-02-20T12:32:20+00:00 )
Sibat 20, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • Amadetiya hêzên çekdar ên îranê ji bo sekinîna li hember gefên dijminan

Serokerkanê hêzên çekdar ên Komara îslamiya Îranê got: Eger ewlehiya Îranê bikeve ber gefan, wê ewlehiya gişt navçeya rojavaya Asiyayê têkeve ber metirsiyê, û sebebkarên bê ewlehîtiyê û piştgirên wan yê aramiyê nebînin.

Serdar serleşker Mihemed Baqirî, duh û li rex qonaxa dawîn a Meşqa Pêxemberê Eizem 19 a hêza bejahî ya Sipahê bi pêgîriya li ser vî yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamiya Îranê di asta herî jorîn a amadetiyê da ne got: Eger dijmin xeletiyek bike wê aramiya Rejîma Siyonîst û kesên ku beşdarî teyarkirin û pilandarêştina vê operasiyonê bûne, bikeve ber xeterê. Wî herwiha got: Berevaniya hewayî ya Îrana îslamî di asta herî jorîn a madetiyê da ye û derbeya kêm a ku lê ketiye bi tevahî hatiye çêkirin.

Wî bi ragihandina vê yekê ku teyarkirin, piştgîriya Amerîkayê ji rejîma dagikir û zarokuj a Siyonîst û gefxwerina Îranê ji aliyê vê rejîmê ve tiştekî nû nîne û got: Durûtiya Amerîkayê bona biçekirina rejîma zarokuj ji bo jînûsayda li Xezzê, rûyê wan ên qirêj zêde ji berê aşkera kir.