Islamî: Bila IAEA bi awayekî pirofişinal û bêalî pêngavan rake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352545-islamî_bila_iaea_bi_awayekî_pirofişinal_û_bêalî_pêngavan_rake
Serokê rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê wek berteka himberî daxûyanîya vê dawîyê ya Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) pêgirî kir: Ajans divê bêalîbûna xwe biparêze û bi awayekî pirifişinal serederîyê bike.
(last modified 2024-12-18T11:12:01+00:00 )
Kanûn 18, 2024 14:35 Asia/Tehran
  • Islamî: Bila IAEA bi awayekî pirofişinal û bêalî pêngavan rake

Serokê rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê wek berteka himberî daxûyanîya vê dawîyê ya Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) pêgirî kir: Ajans divê bêalîbûna xwe biparêze û bi awayekî pirifişinal serederîyê bike.

Mihemed Islamî bal kişand ser vîya ku biryarnama 2231ê 2 xalan digire ber xwe; qebûlkirina hin bisînorkirinan ji hêla Îranê va ji bo pêkanîna pêbawerîyê di berdêla rakirina boykotan da û pêkanîna sozan ji hêla alîyê beranber va û got: Ev yek nayê qebûlkirina ku dezgeheke navdewletî tenê hêleke mijar û meseleyekê ew jî bi awayekî handêr bigire ber xwe û qet basa hêla sereke ku bêsozîya alîyê himber e, neke. 

Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) vê dawîyê di hevpeyvînekê da got ku Îran oranîyomê di asta nêzîkî ya leşkerî da zengîn dike û bi awayekî lezgîn ber bi welatê navokîbûnê va pêngava radike.