Beqayî: Bernama navokî a Îranê biaştî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352418-beqayî_bernama_navokî_a_Îranê_biaştî_ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Bernama navokî ya biaştî ya Îranê zelal e û di bin çavdêrîya Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî (IAEA) da tê şopandin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 08, 2024 15:28 Asia/Tehran
  • Beqayî: Bernama navokî a Îranê biaştî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Bernama navokî ya biaştî ya Îranê zelal e û di bin çavdêrîya Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî (IAEA) da tê şopandin.

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara gotinên Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) yên têkildarî şîyana Îranê ya zengînkirina oranîyomê ya di asta sedî 60ê da, herwiha got: ev gotina Rafel Girosî amajeya ser karnama himbersekinîn û bêkêr ya Alman, Ingilîs û Amerîkayê li konseya Hikimdarên Ajansê ye ku bêyî hegera mentiq yan bêyî bingeha qanûnî biryarname dijî Îranê hilêxistin û pesend kirin.

Beqayî seredana Girosî ya Têhranê û liyêkgiheştinameyên di navbera her du alîyan da ji bo xurtkirina hevkarîyên teknîkî yên Îran û Ajansê bi bîr xist û got ku Girosî bi hin destpêşxerîyan hatibê Îranê, lê wan sê welatên ewrûpî û Amerîkayê bi domandina sîyaseta zordayînê û sûdwergirtina narewa ji Konseya Hikimdarên Ajansê, usa kirin ku hewlên Ajansê derbara çalakîyên navokî yên biaştî yên Îranê da bêencam bibin.