Îran: Kok û armancên terorîstan li Sûriyê nehatiye guhertin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352346-Îran_kok_û_armancên_terorîstan_li_sûriyê_nehatiye_guhertin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Reftara komên têrorîst ne mîna berê ye, lê kok û armanca wan nehatiye guhertin.
(last modified 2024-12-02T11:59:09+00:00 )
Kanûn 02, 2024 15:27 Asia/Tehran
  • Îran: Kok û armancên terorîstan li Sûriyê nehatiye guhertin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Reftara komên têrorîst ne mîna berê ye, lê kok û armanca wan nehatiye guhertin.

Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftiyê de bal kişand  ser bûyertên terorîstî li Sûriyê  û got: Reftara komên terorîst  ne mîna berê ye  lê kok û armanca wan neguheriye û tekfîr ji  prensîbên wan ên bingehîn e.

Beqayî alozbûna alûgurên Sûriyê ji ber dirêjbûna qeyrana vî welatî da zanîn û bal kişand  ser wê yekê ku armanca Rejîma Siyonîst ji piştgiriya terorîstan, bêewlehkirina navçê û vejiyandina  mesela bêtifaqiyê di navbera welatên islamî de ye û got : Vê carê welatên îslamî hişyar in û pêwîstiya zimanekî hevpar ji bo rawestana li ber  gefên terorîzmê ji her demê zêdetir xwe nîşan dide.

Berdevkê  Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Hevgavbûna agirbesa li Lubnanê û gotinên emerîkiyan ku gotine tu metirsiya terorîstan  li dijî  Amerîkayê tune ye, nîşana curekî hevkariya terorîstan bi Îsraîlê û Amerîkayê  re bona zêdekirina qeyrana  li Sûriyê ye.