Qerîbabadî daxwaza lêkolînê ji Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî derbarê cinayetên Îsraîlê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352292-qerîbabadî_daxwaza_lêkolînê_ji_rêxistina_qedexetiya_Çekên_kîmyawî_derbarê_cinayetên_Îsraîlê_kir
Alîkarê karûbarê Hiqûqê û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Laheya Holandayê tevî hişyariya derbarê bikaranîna çekên kîmyawî û çekên din ên qedexekirî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li Filistîn û Lubnanê daxwaza lêkolîn û şopandina alûgurên têkildar ji aliyê vê rêxistinê ve kir.
(last modified 2024-11-27T11:44:11+00:00 )
Tesrîn 27, 2024 15:06 Asia/Tehran
  • Qerîbabadî daxwaza lêkolînê ji Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî derbarê cinayetên Îsraîlê kir

Alîkarê karûbarê Hiqûqê û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Laheya Holandayê tevî hişyariya derbarê bikaranîna çekên kîmyawî û çekên din ên qedexekirî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li Filistîn û Lubnanê daxwaza lêkolîn û şopandina alûgurên têkildar ji aliyê vê rêxistinê ve kir.

Kazim Qerîbabadî, alîkarê karûbarê hiqûqê û navneteweyî yê Wezareta karên derve ya Îranê îro çarşemiyê li hevdîtina bi Fernando Aryas Rêveberê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî li Laheyê, bal kişand ser boykotên yekalî û neqanî yên Amerîkayê û binpêkirina eşkere ya xalên  konvansiyonê ji aliyê wî welatî ve û daxwaza dewam û xurtkirina  hewlên birêveberê giştî bo gihandina derman û kelûpelên pizîşkî yên pêdivî bo  canbazên  kîmyawî  kir. 

Aryas  jî bi destxweşiya ji hevkariya  çalak a Komara Îslamî ya Îranê li civîn û gotûbêjên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û şirovekirina kiryarên  xwe jibo hêsankirina şandina derman û kelûpelên pizîşkî  bo canbazên kîmyawî, daxwaza dewama piştgiriya Îranê ji erkdarî û xebatên  vê rêxistinê kir.