Pêgirîya Qalîbaf ser berdewamiya piştgiriya Îranê ji Bereya Berxwedanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352218-pêgirîya_qalîbaf_ser_berdewamiya_piştgiriya_Îranê_ji_bereya_berxwedanê
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêgirî ser berdewamiya piştgiriya ji Bereya Berxwedanê li navçê kir.
(last modified 2024-11-21T12:28:35+00:00 )
Tesrîn 21, 2024 15:53 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Qalîbaf ser berdewamiya piştgiriya Îranê ji Bereya Berxwedanê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêgirî ser berdewamiya piştgiriya ji Bereya Berxwedanê li navçê kir.

Muhemed- Baqir Qalîbaf di hevdîtina bi Bessam El-Sebax, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re li Têhranê got: Rejîma Siyonîst  neqanûnî û narewa ye û li ser zirara welatên Îslamî ye. Ji 75 salên derbasbûyî va ku rejîma cinayetkar a Îsraîlê ji aliyê Inglîz, Amerîka û Konseya Ewlehiyê ve hat damezrandim hetanî îro, li Bereya Berxwedanê me bi dil û can  bawerî bi armanca ewlehî  û pêşketina welatên Îslamî heye û heta dawiyê em ê  bo vê armancê têbikoşin û  piştgiriya bereya berxwedanê bikin.

Bessam Sebax,Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de kêfxweşiya xwe derheq amadebûna li meclisa Îranê û hevdîtina bi serokê vê dezgehê diyar kir û got:  Em bi rewşa qeyranî ya di encama detsdirêjiya Rejîma Siyonîst li navçê da rûbirû ne û  pêwîst e welatên dost û bira di vê barê de hevkariyê bikin.