Cotmeh 31, 2024 19:27 Asia/Tehran

Nûnerê hertimî yê Îranê li Jênêwê got: Komara Îslamî ya Îranê li çarçova qanûnên navneteweyî bona berevaniya rewa ji serwerî û yekperçetiya axa xwe, wê dudilî nebe.

Nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji endamên Civîna Bêçekkirinê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re got: Kiryar û maceraheziyên berevajî yasayên navneteweyî yên Rejîma Israîlê dijî serwerî û yekparçetiya axa Îranê, binpêkirina hovane ye ji nirxên berayî yên mafên navneteweyî, parêzbendiyên dîplomatîk û konsulî, paragrafa 4`an ji xala 2`yê ya rêzikname û biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî ne û pêgîrî kir ku Îran li gorî xala 51`ê ya rêziknameyê mafê xwe yê zatî ji bo parastina berjewendî û ewlehiya xwe ya neteweyî parastî dizane.

Nivîsgeha nûneratiya Îranê li Jênêwê ji endamên Civîna Bêçekkirinê re ragihand: Mixabin her ser hemdêxwebûnek ji aliyê Îranê ve ji bo parastina aştî û ewlehiya navçeyî û navnetewî, bûye sedema hesabên şaş ên vê rejîmê û bûye sedem ev rejîma rûsorti bibe. Ji ber vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê mafê xwe yê berevaniya rewa li hember êrîşa vê dawiyê ya Rejîma Israîlê dijî hin armancên di hundirê Îranê de parastî dizane, da ku wekî bi operasyonên Wadeya Sadiq a 1 û 2`yê îspat kiriye, rê li ber berdewamiya binpêkirina serwerî û yekperçetiya axa xwe bigire û vê rejîmê ji dewama sûc û cinayetên xwe paşda bixe 

Nivîsgeha nûneratiya Îranê li Jênêwê ji endamên Civîna Bêçekirinê ya NY û civaka navnetewî daxwaz kir bi şermezarkirina van êrişan pêngavên cidî û bibandor ji bo neçarkirina Rejîma Îsraîlê bona bidawîanîna sûc û cinayetên xwe yên kirêt, hilînin.

Nûneratiya Îranê li NY li Jênêwê amajeyî vî yekî kir ku serederiya Rejîma Îsraîlê li nvaçê û cihanîna cure cinayetên wek jînûsayd, cinayeta dijî mirovantiyê û cinayetên cengê nîşan didin ku çekên navokî û çekên din ên komkujiyê li ber destê vê rejîmê, gefeka cidî û demlidest dijî aştî û ewlehiya navnetewî û navçeyî tê hesêb.

Serepeyv