Baqirî: Bijartina Yehya Sênwar sedema şanaziyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i350390-baqirî_bijartina_yehya_sênwar_sedema_şanaziyê_ye
Sergêrê wezareta karên derve ya Îranê got: Bijartina şervanê bêwestiyan, Yehya Sênwar, wekî serokê polîtboroya Tevgera Hemasê ku di qadê da têkoşîna li hember siyonîstan bi rêve dibe, sedema serbilindî û şanaziyê ye.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tebax 11, 2024 18:05 Asia/Tehran
  • Baqirî: Bijartina Yehya Sênwar sedema şanaziyê ye

Sergêrê wezareta karên derve ya Îranê got: Bijartina şervanê bêwestiyan, Yehya Sênwar, wekî serokê polîtboroya Tevgera Hemasê ku di qadê da têkoşîna li hember siyonîstan bi rêve dibe, sedema serbilindî û şanaziyê ye.

Elî Baqirî, di axiftineka bi rêya telefonê bi Xelîl El Heye, alîkarê polîtboroya Tevgera Hemasê, amajeyî karên êrişkir û terorîstî yên Rejîma Siyonîst bona terorkirina şehîd Heniye li Têhranê û êrişa cinayetkarane ya ser awareyên filistînî di dibistana El Tabê`în a bajarê Xezzê kir û got: Îran bi awayeka micid hewl dide cinayeta nû ya siyonîstan di civatên navçeyî û navnetewî da şermezar bike,Alîkarê polîtboroya Hemasê jî amajeyî cinayeta nû ya Rejîma Siyonîst bona şehîdkirina jin û zarokên bêsûc ên li Xezzê kir û daxwaz kir ku ev karê terorîstî di civakên navnetewî da were şermezarkirin û li ser dewama şêwirînên di vî warî da bi Têhranê re pêgîrî kir.Nivîsgeha Ragihandina Hikûmî ya Filistînê jî wek berteka li hember karê terorîstî yê Rejîma Siyonîst li dibistana El Tabê`înê ragihand, berpirsyariya vê cinayeta bidehşet ser milê Amerîkayê û Rejîma Siyonîst e.