Tebax 08, 2024 17:51 Asia/Tehran
  • Îranê di pêşesaziya navokî de siyaseta deriyên vekirî xistiye rojeva xwe

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Sîstema îstikbarê di halekê de Îranê bi xebata nepenî di warê pîşesaziya navokî de tawanbar dike, ku Îranê di vê pêşesaziyê de siyaseta deriyekî vekirî xistiye rojeva xwe.

Muhemed Îslamî alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê îro li civîna  neteweyî ya Rol û karê  teknolojiya navokî di sîstema tendirustiyê de, bal kişande ser vê yekê ku sîstema îstikbarê  dijberê  pêşkftina pîşesaziya navokî ya Îranê ye û got: bi hevkariya zanîngehan hewl hatiye dayîn ku bandora zanist û teknolojiyê navokî  di jiyana xelkê Îranê dediyar be.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Ji bo me pir girîng e ku teknolojiya navokî  wek matora  geşepêdana zanist û teknolojiyê bi bandoreke kûr li hemû beş û waran de were nasandin.

Muhemed Îslamî got: yek ji zirûfên  girîng di vî warî de bi warê radyo-dermanan de ye  û îro rojê em dikarin bi serbilindî ragehînin ku Îran di vî warî de di nav  rêza 3 welatên cîhanê de cih digre. 

Wî got ku niha ava giran a berhem hatî  di reaktorên lêkolînê yên Îranê de di asta cîhanê de pileya yekem bi dest xistiye  û em hîna jî  di halê berfirehkirina vê berhemê ne.

 

Serepeyv