Cêwiyên ehwazî ku zeliqîbûn hev, ji hev hatin cidakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i348863-cêwiyên_ehwazî_ku_zeliqîbûn_hev_ji_hev_hatin_cidakirin
Bi hewldana pizişk û niştergerên şîrazî, niştergeriya li ser cêwiyên ehwazî li Şîrazê bi awayeka serkevtî pêk hat.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Hezîran 18, 2024 17:50 Asia/Tehran
  • Cêwiyên ehwazî ku zeliqîbûn hev, ji hev hatin cidakirin

Bi hewldana pizişk û niştergerên şîrazî, niştergeriya li ser cêwiyên ehwazî li Şîrazê bi awayeka serkevtî pêk hat.

Sergêrê tîma niştergeriyê, halê van cêwiyan baş da zanîn û got: Ev neştergerî ji ber zeliqîna hinel beşên rûvî, pankras û hefthûr, bi hesasiyeteke zêde û tevlîheviya taybet hat kirin û cêwî bi tevahî ji hev hatin cida kirin.Elî Behadur herwiha got: Piştî niştergeriya yekem ku di 22`ê Mijdara sala buhurî de hat encamdan û bû sedema veqetandina kezebê, ev neştergerî di qonaxa duyem de bû sedema cudabûna tam a Ruqiye û Umulbenînê bi awayeka serkeftî.Li gorî gotina serokê tîma neştergerîyê, eva sêyemîn û nadirtirîn niştergeriya jihev veqetandina cêwîyan e, ku li bajarê Şîrazê ji aliyê 4 pijîşkên zarokan ve ku berpirsên ji hev cihêkirina van cêwîyan bûne, hatiye encamdan.