Xerîbabadî dewama girtina Beşîr Bî Azar li Firansayê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i348860-xerîbabadî_dewama_girtina_beşîr_bî_azar_li_firansayê_rexne_kir
Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Komara îslamiya Îranê, dewama girtina Beşîr Bîazar li Firansayê rexne kir.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Hezîran 18, 2024 17:42 Asia/Tehran
  • Xerîbabadî dewama girtina Beşîr Bî Azar li Firansayê rexne kir

Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Komara îslamiya Îranê, dewama girtina Beşîr Bîazar li Firansayê rexne kir.

Kazim Xerîbabadî, di peyamekê da nivîsî: Biryara neqanûnî û berovajî mafên mirovan a Dadgeha Firansayê, derxistina Beşîr Bîazar di mideha 28 rojan da ye.Tevî amadekirina bîlêta ji bo vegerê û nebûna qedexeyên ji bo derketina ji welêt, çima Firansa hîna jî girtina xwe serêxwe ya vî welatiyê îranî didomîne? Em bi tundî vê pêvajoyê şermezar dikin. Şopandinên ji bo azadkirina demlidest a wî didomin.Beşîr Bîazar welatiyekî îranî ye ku ji ber piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Filistînê li Firansayê hatiye girtin.