Peyama Rêberê Giranqedir ê Înqilabê ji bo heciyên Beytullah El-Heram
Hezretê ayetulah Xamineyî bi boneya hatina heyamê Heca Îbrahîmî di peyamekê de ji bo heciyên Beytullah El-Heramê teqez kir :Divê beraeta îsal divê seratir ji zêdetir ji heyamê Hecê li cîhanê bidome
Civîna mezin û merasîmên giring ên Hecê, ger bi çavekî kûr û hizirkirane were dîtin, ji bo her misilmanekî çavkaniya hêz û pêbawerîyê ye, ji bo dijmin û çavnebaran tijî tirs û bi heybet e.
Wî amaje bi merasima Beraeta ji muşrikan li Hecê kir û got: Divê beraeta îsal seratir ji heyam û Miqatêa Hecê li welat û bajarên misilmanli cîhanê bidome û zêdetir ji heciyan nav xelkê de berfireh bibe.
Rêberê Înqilaba Îslamî di beşeke din ji peyama xwe de şîret li heciyan kir ku li ders û heqîqetên ronahî yên hecê temrîn bikin û ser rawestin û got :
Hûn xwûşk û birayên hecî, niha di halê temrînkirina van heqîqet û têgihên ronî û geş de ne. Hizr û emela xwe xwe zêdetyir li wê yekê nêzîk bikin û nasnameya xwe ya nû bidestxistî ku bi wan têgihên berz û bilin re têkel bûye vegerînin malê. Eva xelat û sewqeta bi nirx û rastîn a sefera we ya Hecê ye.