Kenanî îdîayên bêbingeh ên dadgeha Arjantînê red kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347681-kenanî_îdîayên_bêbingeh_ên_dadgeha_arjantînê_red_kirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve tevî redkirina îdiayên bêbingeh ên di biryara dadgeha Arjantînê têkildarî dosyaya veşartina belgeyên têkildarî dosya Amiyayê de ev kiryar ji bo armancên siyasî dan zanîn.
(last modified 2024-04-18T03:03:02+00:00 )
Nîsan 18, 2024 06:12 Asia/Tehran
  • Kenanî îdîayên bêbingeh ên dadgeha Arjantînê red kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve tevî redkirina îdiayên bêbingeh ên di biryara dadgeha Arjantînê têkildarî dosyaya veşartina belgeyên têkildarî dosya Amiyayê de ev kiryar ji bo armancên siyasî dan zanîn.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve  tevî redkirina  îdiayên bêbingeh ên di biryara Dadgeha Cezayê ya Federal a Arjantînê ya têkildarî dosyaya veşartina belgeyên têkildarî Doza Amiyayê,  ev kiryar  ji bo armanc û mebestên siyasî dan zanîn û ew şermezar kir.

Kenanî teqez kir: Li gor nêrîna Komara Îslamî ya Îranê, sekinîna  dadgeha navborî ser  mijara teqîna avahiya Amiya de û ragihandina dawîn biryarê li ser sedem û faktorên sereke yên teqînê, karekî nepisporane û dûr   tidbîra hiqûqî-dadwerî ye.Wî destnîşan kir ku dema ku dosyaya navborî li dadgeheke din di lêkolînê de ye, lê derxistina biryara navborî nîşaneke eşkere ye li ser hewldanek ji bo xalifîneke din di çarçoveya lêkolînê de ji bo kifşkirina rastiyê.

Kananî bal kişande ser vê yekê ku ev yek nîşana pêkanîna projeyek nû ya siyasî ji aliyê dijminên Komara Îslamî ya Îranê û bi taybetî Rejîma Siyonîst e.