Roja xwendekaran; hêmaya xebata gelê Îranê dijî îstikbarê
Roja 16’ê Azerê (7’ê Kanûnê) di rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê de wek roja xwendekaran hatiye binavkirin.
Roja 16ê AZaerê roja xwendekaran li Îranê ye, sedema vê navkirinê jî vedigere xwenîşandana xwendekaran di sala 1953an lbona protestokirina mayîna Riçard Nîlson cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê li Tehranê ku di vê xwenîşandanê de sê xwendekar şehîd bûn.
Ruhê Dijberiya li himber îstikbar û pawanxwaziyê ji hema salê ve heta niha li tevgera xwendekaran berdewam dike û ev fikir niha di sala 2023an de li her derê cîhanê tê dîtin.
Heta li Amerîkayê jî; Wek mînak, çend roj berê xwendekarên kolêja Peywendiyên Navdewletî yên Zanîngeha Columbia dersa Hillary Clinton tehtîl kirine û ji wezîra derve ya berê re gotin: Hillary, tu nikarî piştgiriya xwe ya ji jînosayda Îsraîlê veşêrî.
Bi vê xwenîşandana ku xwendekaran bona piştgiriya ji Xezeyê li çendîn zanîngehên Amerîka û Kanadayê li dar xistine û heta me xwepêşandanên protestoyî yên xwendekarên zanîngehên curbicur ên cîhanê ji wan zanîngeha Vermontê derheq mehkûmkirina cinayetên berdewam ên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê di van du mehan dîtine.Ev dîmen hemû nîşan didin ku tevgera xwendekaran xesleta xwe ya li dijî îstikbar û serdestîxwaziyê li her derê cîhanê berfireh kirine û îro rojê jî jî dijberiya li himber îstikbarê û ji cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê cîhanî bûye.