Mijdar 27, 2023 15:47 Asia/Tehran
  • Îran: Hevkariya bi Ajansê re dê nekeve ber bayê gotinên nekêrhatî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê daxuyaniya sê welatên Ewropayê ser binpêkirina sozên Îranê di êketina navokî de got: Bersiva vê daxuyaniyê ji aliyê nunertiya Îranê li Viyenê ve hat dayîn û her wiha helwêst û nêrînên me jî hatin hilêxistin.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: muzakirên  navokî  li gor  berpirsiyariyên  dualî pêk tên, ji ber ku, berteknîşandan prensîpeke naskirî di hiqûqa navneteweyî de ye.

Wî bal kişand  ser vê yekê ku muzakireyên navokî  tenê bi kiryarên dualî mayînde dimîne û got: Çalakiyên navokî yên Îranê tam bi aşiti û li gorî peymana NPT ne û her wiha çalakiyên me jî  ji aliyê  ajansê ve  tên çavdêrîkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Ji ber ku îro roja dawî ya agirbesta mirovî li Xezeyê ye, Îran çaverê ye ku cinayetên Rejîma Siyonîst dûbare nebin û ev agirbes berdewam bibe.

Kananî  bal kişand  ser vê yekê ku  daxwaza civaka navdewletî zelal e û divê destdirêjî bi dawî were û got:   Bi welatê Qeterê re  hinek Muzakire   û rawêjkarî di rojevê de ne da ku  agibesa demkî,  mayînde bibe. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bertek nîşanî hebûna paporên Amerîkayê li navçê da û got: Rola hikûmeta Amerîkayê hertim bûye sedema bêîstiqrarî û bêewlehiyê li navçê.

Hebûna paporên Amerîkayê li navçê, wek piştevaniya ji Rejîma Siyonîst tê hesabê.

Serepeyv