Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyê derbarê alûgurên li Filistînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i344873-hevdîtina_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_rûsyê_derbarê_alûgurên_li_filistînê
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi riya telefonê bi Sêrgî Lavrov, Wezîrê karên DErve yê Rûsiyê re derbarê alûgurên li zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê gotûbêj kir.
(last modified 2023-11-20T00:28:45+00:00 )
Tesrîn 20, 2023 03:49 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyê derbarê alûgurên li Filistînê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi riya telefonê bi Sêrgî Lavrov, Wezîrê karên DErve yê Rûsiyê re derbarê alûgurên li zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê gotûbêj kir.

Husêyn Emîrebdollahiyan li vê gotûbêja  telefonî  amaje bi  êrişên bênavber ên Rejîma Siyonîstî dijî xelkê sivîl kir û destnîşan kir: Emerîka îdia dike ku dixwaze şer rawestîne, lê di pratîkê de, şerê Emerîka-Siyonîst  berfirethit û tundtir dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê şehîdbûna zêdetir ji 15 hezar xelkê sivîl, jin û zarok û kuştina bi dehan kes ji girtiyan li Xezzeyê encama berdewamiya êriş û bombebaranên kor ên Rejîma Siyonîst da zanîn û got: Bê şik berxwedan dê encama dawiyê diyar bike. .

Wezîrê karên derve yê Rûsiyêjî  dilnigeraniya xwe ji dijberiya Rejîma Siyonîst li himberî rawestandina êrişan da diarkirin.Sêrgêy Lavrov ser dewama şêwirên ji bo rawestandina şer û azadkirina girtiyan teqez kir.