Reîsî deh rêçare ji bo meseleya Filistînê hilêxistin
Seyid Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî da deh rêçare ji bo meseleya Filistînê hilêxistin.
Deh rêkarên ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî da hilêxistin, bi vî rengî ne:
1 - Kiryara herî pêşîn rawestandina tevkujiya li Xezeyê û bidawîanîna êrîşên kor e.
2 -Rakirina tam a dorpêçê û vekirina derbasgeha sînorî ya Refehê bi alîkariya birayên misrî.
3 - Derketina bilez a leşkerên siyonîst ji Xezeyê
4 - Qutkirina her cûre têkiliya siyasî û bazirganî digel Rejîma Siyonîst ji aliyê welatên îslamî va û piştevaniya ji boykotkerên kelûmelên Rejîma Siyonîst.
5 - Dewletên Îslamî divê Artêşa Siyonîstî wek Rêxistina Terorîst bidin zanîn.
6 - Berpakirina dadgeheke edlane ji bo vekolandina cinayetên Rejîma Siyonîst û şopandina rayedarên Îsraîl û Ameîkayê ji ber beşdariya di vê cinayetê da
7 - Damezirandina sindoqekê ji bo jinûva avakirina Xezeyê
8 - Şandina karwanên însandostane ji bo gelê Filistînê
9 - Binavkirinaroja bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê wek Roja Jenosaydê û Cinayeta Dijî Mirovahiyê
10 - Biçekkirina gelê Filistînê ji bo sekinîna li hemberî dagirkerê şerxwaz di rewşa dewama dagirkeriyê da
11 - Lê rêçareya dawîn avakirina dewleteke filistînî ji ji Deryayê heta Çêm (Ji Behrê heta Nehrê) bi dengê her filistîniyekî ye.