Mijdar 02, 2023 08:06 Asia/Tehran
  • Hilkolandina plana agirbesa demkî li zîvala Xezzeyê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Di civînên hevpar ên bi rayedarên Qeterê re, plana agirbesa demkî ya gihandina alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezzeyê hat hilkolandin.

 

Husêyn Emîrabdollahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê şeva çarşemiyê dema ku ji Tirkiyê vegeriya, li nav koma rojnamevanan  de got: Di hevdîtina bi rayedarên Qeterê re, di çarçoveya destpêşxeriyên siyasî de, plana  agirbeseke demkî ji bo şandina alîkariyên mirovî û veguhertina girtiyên sivîl di navbera hêzên berxwedanê û Rejîma Siyonîsthat hilkolandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Derbarê agirbesa demkî,li Qeterê hin destpêşxerî tên şopandin, lê siyonîst piştî sergêjiya ku girtine û şoka ku li wan ketiye   hema wisa jin, zarok û sivîlan weke dîn û haran bombebaran dikin.

Emîr Ebdullahiyan amaje bi  işkesta siyonîstan di warê derbasbûna bi riya  bejayî  nav zîvala Xezzeyê kir û got: Li gor gotinên berpirsên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), hêzên berxwedanê ji bo rawestana li ber hêzên dagirker amade ne.

Emîr Ebdulaahiyan  derbarê muzakireyên xwe  bi rayedarên Tirkiyê re jî ragihand:

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêşniyara Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara îslamî ya Îranê ji bo lidarxistina civîneke bilez lir asta serokên welatên îslamî pesend kiriye.Emîr Ebdullahiyan hêvî kir ku hewildanên ji bo rawestandina cinayetên cengê yên Îsraîlê li dijî sivîlan li zîvala Xezzeyê û  rexê rojava û şandina alîkariyên mirovî û rawestandina koçberkirina  bi darê zorê ya xelkê  vê navçeyê  bi zûtirkê  bên cîbicîkirin.

 

Serepeyv