Reîsî: Hewldanên têkoşerên berxwedanê ji bo bêencamkirina êrişa siyonîstan ser Xezzeyê hemaseyeke mezin pêk anî
Serokê Komara Islamî ya Îranê teqez kir: Hewldanên têkoşerên Berxwedanê ji bo bêencamkirina êrişa siyonîstan ser Xezzeyê hemaseyeke mezin pêk anî.
Seyîd Îbrahîm Reîsî , Serokê Komara Islamî ya Îranê, di civîna duh a taxima dewletê de got: Filistîniyên Xezzeyê tevî mazlûmbûna xwe, li hember cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst bi îqtîdar rawestan, Wî hewldanênên têkoşerên berxwedanê derheq bêencamkirina êrişa siyonîstan ser Xezzeyê pêkanîna hemaseyeke mezin da zanîn ku li çend hefteyên borî de duwemîn işkesta mezintir ji işkesta ewilî li ser Rejîma Siyonîstî de sepand.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişande ser piştgiriya hemû misilmanan ûxelkê aştixwaz ji mezlûmbûna gelê Filistînê û destnîşan kir: Hewldana ji bo lidarxistina civîna rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî pêngaveke din a ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst e ku divê heta bidestxistina encamê berdewam bike.
Rayîsî di dewamê de jî amaje bi piştgiriya hemû misilman û xelkên azadîxwaz ji mezlûmbûna gelê Filistînê kir û tevî gefên sîstema serdest, dengê erênî ya welatan bo biryarnameya Civata Giştî ya NY derheq mehkûmkirina cinayetên Rejîma Siyonîst wek destkevtek girîng nirxand û û eşkere kir: Hewldana jibo lidarxistina civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî pêngaveke din a hewldana bona rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst e, ku divê heta bidestxistina encamê berdewam be.