Teqeziya Wezîrê karên derve yê Îranê ser rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî tekez kir
Wezîrê karên derve yê Îranê bi peywendiyên telefonî yên cuda bi rêberên berxwedana Filistînê re ser rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî teqez kir.
Husêyn Emîrabdollahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê, îro li peywendiyeke telefonî bi Îsmaîl Heniye û Ziyad Nexale, rêberên berxwedana Filistînê, ew ji kiryar û liv tevgerên dîplomatîk ên Komara Îslamî ya Îranê yên herî dawiyê di asta navneteweyî derheq piştevaniya ji gelê Filistînê û şermezarkirina tawanên cengê yên vê rejîmê, û pêwîstiya rawestandina kuştina xelkê sivîl li zîvala Xezzeyê agehdar kirin.
Emîr Ebdullahiyan bi ragihandina piştevaniya dubare ya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê mezlûm ê Filistînê, careke din daxwaza rawestandina demlidest a cinayetên Rejîma Siyonîst derheq kuştina welatiyên filistînî û jin û zarokên filistînî, vekirina derbasgeha Refehê û şandina berdewam a alîkariyên mirovî bo gelê Filistînê li zîvala Xezzeyê û rawestana li ber koçberkirina bi zorê ya xelkê vê deverê teqez kir.
Îsmaîl Heniye, Serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, destxweşî ji helwêstên Komara Îslamî ya Îranê derheq piştgiriya ji gelê Filistînê kir û ew wek dîplomasiya îslamî ya aktîv bona zellakirina rastiyan da zanîn û dawîn rewşa Xezzeyê di saya dewama cinayet û komkujiya xelkê sivîl ji aliyê Rejîma Siyonîst şirove kirin. Heniye piştgiriyên Amerîkayê ji Rêjîma Siyonîst yek ji hegerên sereke yên dewama cinayetên vê Rejîma Neonazî da zanîn û got: Êrişên hovane yên siyonîstan ser gel û welatiyên bê berevanli Zîvala Xezzeyê nîşana lawaziya vê rejîmê di warê rûbirûbûna bi tekoşîna wêrekane ya berxwedan û mayîndebûna gelê Filistînê ye.Serokê Nivîsgeha siyasî ya Hemasê kêmasiya derman, ardû û jikarketina jeneratorên karebaya nexweşxaneyan wek destpêka karesateke mirovî ya mezin li zîvala Xezzeyê da zanîn. Ziyad Nexale Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê destxweşî kir ji piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê û got: Tevî kuştina jin, zarok û kal û pîran ji aliyê Rejîma Siyonîst û wêrankirina malên xelkê û êrişa ser kesên sivîl, rewşa meydanî û morela berxwedanê di rewşeke gelek baş de ye, û emê bi qawet li himber destdirêjiyên berfireh ên Rejîam siyonîst bidin û dijmin dê nekaribe viyana me têk bibe.