Reîsî: Bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Qezeyê xaleke werçerxanê di karama reş a Rejîma Siyonîst
Serokê Komara Islamî ya Îranê teqez kir ku bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Gazayê xaleke qerçerxanê di karnama reş a Rejîma Siyonîst de ye.
Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro tevî şermezarkirina tund a cinayeta hovane ya Rejîma Siyonîst derheq bombebarana nexweşxaneya Muemedanî ya Qezayê sersaxî da gelê mezlûm û bê berevan ê Qezeyê û hemû filistîniyan û umeta Îslamî û got:
Îro nefreta ji Rejîma Siyonîst di nav hemû xelkê bi bawerî û zaravayên cuda de pir zêde bûye û ger çi Rejîma hov a Siyonîstî di salên heyata xwe ya rezîlane de hertim hemû qanûnên navneteweyî û pirensîpên mirovî binpê kiriye, lê cinayeta bombebarankirina xelkê bê berevan û birîndarên ku penaha xwe biribûn nexweşxaneyê wek xaleke werçerxanê di karnama reş a vê rejîmê de tê hesabê.
Serokê Komara îslamî ya Îranê got: Îro gelê cîhanê ji rayedarên welatan, kesên xwedî bandor û hemû rêxistin û cinvakên navnetewî bi taybetî welat û civatên Erebî û Îslamî daxwaz dikin ku li hember hovîtî û cinayetên Rejîam siyonîst derheq zarok û jinên bêberevan û bêguneh bi awayekî bi bandor bikevin dewrê.
Cinayetên Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî de êvara sêşemiyê gihêşt asta xwe ya her blind û bi sedan filistînî li nexweşxaneya El-Muemdanî li navenda Qezeyê ketin ber êrişên siyonîstan û di encama vê cinayetê zêde ji 500 filistînî yên bêguneh, gelek ji wan jin û zarok bûn, şehîd bûn.