Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Heke cinayetên li Xezeyê neyê rawestandin, pêşiya Berxwedanê nikare were girtin
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Miletên misilman û heta nemisilman ên cîhanê bi awayekî ciddî ji ber cinayetên vê demê yên rejîma dagirkera Qudsê bihêrs in û heke ev hovîtî bên domandin, misilmanên cîhanê û hêzên berxwedêr bê sebr û hedar dibin û êdî ti kes nikare pêşî li wan bigire.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di hevdîtina digel bijareyên sereke yên zanistî yên Îranê da tevî amajeya bi cinayetên Rejîma Siyonîst ên tevkujiya xelkê Filistînê li Zîvala Xezeyê, tekezî li ser qutkirina bilez a bombebaranan kir.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bûyerên ku li Filistînê diqewimin wek cinayeta aşkira ya Rejîma Siyonîst û tevkujiya aşkira li ber çavê gişt cîhanê zanî û tevî amajeya bi rola diyar a amerîkiy6an di plandarêştina kiryarên siyonîstan da got: Îtiraza berpirsên hin welatan di axaftinên digel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ev bûye ku çima filistîniyan welatiyên sivîl kuştine? Ev gotin berovajî rastiyê ye; ji ber ku niştecihên bajarokan welatiyên sivîl nînin û çekdar in, lê heta bi vê gumanê ku ew welatiyên sivîl in jî, ma çend kes ji wan hatine kuştin û çi heujmareke filistîniyan di van rojan da şehîd bûne?
Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Rejîma xesbker a Îsraîlê sed qatî wê hejmarê, yanî çend hezar jin û zarok û kal û ciwanên sivîl di van çend rojan da kuştine û bi bombebarana navendên bi gelheya zêde û avahiyên ku dizane cihê mayîna welatiyên sivîl e, li ber çavê xelkê dinyayê cinayetan pêk tîne.
Wî tevî amajeya bi vêya ku hikûmeta xesbker a siyonîst ji ber cinayetên zehf li dijî xelkê mezlûm ê Filistînê teqez divê were mehkemekirin, hikûmeta Amerîkayê wek berpirsa siyasetên rejîma xesbker zanî û got: Li gorî zanyariyên zehf, plandarêj û rêkxera siyaseta van rojan a Rejîma Siyonîst, amerîkî ne û Amerîka di vê bûyerê da berpirs e û divê berpirsyariya xwe nas bike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya ser vêya ku bombebarana Zîvala Xezeyê divê bilez were qutki9rin, kombûna miletên misilman li welatên îslamî û heta yên nemisilman li Amerîka û Ewropayê nîşana hêrsbûna ciddî ya miletan ji cinayetên Rejîma Siyonîst zanî û got: Heke ev cinayet bên domandin, misilman û hêzên berxwedêr bê sebr û hedar dibin û êdî ti kes nikare pêşiya wan bigire.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Helbet Rejîma Siyonîst he karekî bike, nikare şikesta xwe ya bi serşûrî di Operasyona Bahoza Eqsayê da bicebirîne.