Cotmeh 16, 2023 15:43 Asia/Tehran
  • Kananî: Tevgera berxwedanê dê li hember cinayetên Rejîma Siyonîst de çavên xwe negre

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Zîvala Qezeyê rewşeke nalebar derbas dike. Îro axa Qezeyê bi xwîna zarok, jin û xelkê sivîl ê filistînî ve sor bûye ku ji aliyê siyonîstan ve hatin şehîdkirin.

Nasir Kenanî di civîna  rojnamevaniyê ya ya heftiyê de got: Îro em rûyê derewîn ê dewekarên mafên mirovan dibînin ku li hember cinayetên siyonîstan bêdeng mane û wan kesên ku îdiaya berevaniyê li mafên mirovan dikin û hertim  e mijarê bo berjewendiyên xwe  yên siyasî bikar anîne, îro rojê çavê xwe li hember cinayetên siyonîstan girtine.Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  ku wêneyê zarokên şehîd ên Qezayê girtibû destê xwe, got: Gelo  li gor  nêrîna van dewekaran mafên mirovan, mafên zarokên  filistînî jî digre ber xwe?

 Wî her wiha got: Kesên ku îdiaya wan heye  li himber  cinayetên Rejîma Siyonîst  komîteyeke peydakirina rastiyan pêk tînin? Ger çi rastî eşkere ye.

Kenanî destnîşan kir: Gelê  Filistînê mafê berevaniya ji  mafên xwe  heye û cîhana  Îslamê jî çavê xwe ser cinayetên siyonîstan negirtiye û nagire  jî . Tevgera berxwedanê wê çavên xwe li ser van cinayetan negire.

 

Serepeyv