Şandina barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i344204-Şandina_barê_alîkariyên_xelkê_Îranê_bo_mexdûrên_erdheja_efxanistanê
Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê, tekez kir: Duyemîn barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê hat şandin.
(last modified 2023-10-16T08:02:20+00:00 )
Çirî 16, 2023 11:31 Asia/Tehran
  • Şandina barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê

Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê, tekez kir: Duyemîn barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê hat şandin.

Mohsên Zakêriyan, Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Xorasana Rezewî îro got: Şandina alîkariyên xelkê Îranê qonaxa duyem a alîkariyên  xelkê li seranserî welat û  piranî  yên ji Xorasana Rezewî bi taybet bajarên nêzîkî Efxanistanê li vê parêzgehê digre ber xwe.

Rêvebirê Heyva Sor a Parêzgeha Xorasanê Rezewî got : Heta niha  li du qonaxan, 450 ton alîkarî bo mexdûrên erdheja Efxanistanê hatine şandin.

Zakêriyan her wiha got, li du qonaxan de, 87  kes wek  alîkariyên mirovî bo alîkariya mexdûrên erdheja Efxanistanê hatine şandin.

Di yek heftiya derbasbûyî de, çendîn erdhej  Hêrata  Efxanistanê hejandine û duh jî careke din erdhejek  5.6 Riîtêrî rojavayê Efxanistanê hejand.