Şandina barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê
Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê, tekez kir: Duyemîn barê alîkariyên xelkê Îranê bo mexdûrên erdheja Efxanistanê hat şandin.
Mohsên Zakêriyan, Rêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Xorasana Rezewî îro got: Şandina alîkariyên xelkê Îranê qonaxa duyem a alîkariyên xelkê li seranserî welat û piranî yên ji Xorasana Rezewî bi taybet bajarên nêzîkî Efxanistanê li vê parêzgehê digre ber xwe.
Rêvebirê Heyva Sor a Parêzgeha Xorasanê Rezewî got : Heta niha li du qonaxan, 450 ton alîkarî bo mexdûrên erdheja Efxanistanê hatine şandin.
Zakêriyan her wiha got, li du qonaxan de, 87 kes wek alîkariyên mirovî bo alîkariya mexdûrên erdheja Efxanistanê hatine şandin.
Di yek heftiya derbasbûyî de, çendîn erdhej Hêrata Efxanistanê hejandine û duh jî careke din erdhejek 5.6 Riîtêrî rojavayê Efxanistanê hejand.