Cotmeh 16, 2023 09:25 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdullahiyan: Ger tevkujiya li Qezeyê neyê rawestandin destê hemû aliyan dê li ser tetikê be

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê teqez kir ku heke destdirêjî û kuştina jin û zarokan li Qezeyê neyê rawestandin, dê destê hemû aliyan li navçê li ser tetikê be.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî sefera çar welatên Iraq, Lubnan, Sûriye û Qeterê got:

Berxwedana Filistînê  îmkanata pêwîst ji bo dayîna bersiva cinayetên Rêjîma Siyonîst heye, lê Rejîma Israîlê ji ber lawaziya xwe li meydana şer, dest bi kuştina jin û zarokan û  xelkê sivîl kiriye.

Emîr Ebdullahiyan herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê bona berevaniya  ji mafên gelê Filistînê, ewlehiya navçê û şermezarkirina  cinayteên  cengê yên Rejîam Siyonîst dê bi awayekî çalakane beşdarî civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî bibe.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Rewşa navçê mîna barûtê ye, her her sietekê hitmala  teqîneke mezin heye û dê kontrol ji destê hemû aliyan derkeve.

Emîr Ebdullahiyan diyar kir: Di van hevdîtinan de,  me  hişyariyeke cidî daye aliyê Amerîkayê ku hûn nikarin hem  ji berxwedanê  û hem jî ji welatên din bixwezin ku ser hemdê xwe bin û him jî  behsa berfirehnebûna şêr bikin, lê hûn bi xwe li kêleka rejîma hilweşiyayî ya Îsraîlê rawestin û bixwezin hilweşyana  siyasî û ewlehî, navneteweyî û leşkerî ya Rejîam siyonîst bi piştgiriya xwe ya yekalî ji vê rejîmê bicebirînin.

 

 

Serepeyv