Îlon 18, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Sibe mohleta rêketina ewlehiyê ya Îran û Iraqê dawî dibe

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand sibê ,Sêşemê mohleta rêketina ewlehiyê ya Îran û Iraqê dawî dibe.

 

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro di civîna xwe ya rojnamevaniyê de bal kişande ser vê yekê ku rêketina ewlehiyê ya  Îran û Iraqê tam cih nehatiye  û got, hêzên çekdar ên cudayîxwaz û terorîst li Herêma Kurdistana Iraqê divê bên bêçekkirin û ev hêz divê li cihên diyarî de bên bicihkirin.

Kananî  her wiha got ku gelek xalên rêketina bi  Iraqê  re tam nehatine cîbicîkirin û tenê hinek meqer hatine valakirin û terorîst hatine veguhestin bo dervey sînoran.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê teqez kir ku Îran dê di mijara ewlehiyê  sulhê neke û venekişe. Ewlehiya sînorên hevpar bi Iraqê ji bo me girîng e û em li pişta netewe û hikûmeta Iraqê ne.

Kananî got, hebûna komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê û sînorên hevpar derbê  li ewlehiyê dixe û em micid  in ku  rêketinê  tam  cih bînin.

Wezîrê Berevanî  yê Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha teqez kir ku rêketina Îran û Iraqê bo bêçekkirin û derxistina terorîstan ji Herêma Kurdistanê nayê dirêjkirin.

Em ê di xuleka  90-ê de oltîmatomê  binirxînin û li gorî wê biryarê bidin.

Serdar Ebas Nîlfrûşan, cîgirê operesyona Sipahê Pasdaran, pêştir di gotûbêjekê de ragihandibû: Piştî muzakireyên li dû hev, me di dawiyê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê rêketinek îmze kir ku dawiya wê rêketinê 19ê Îlonê ye.

Wî got em pêbendî hemû xalên rêketinê ne, ne peyvek kêmtir û ne jî peyvek zêdetie.

Em çavrê ne ku aliyên din   jî çawa ku  Komara Îslamî ya Îranê soza xwe cîbicî kiriye, ew jî sozên xwe li gor peymanê cîh bînin neku emê vegerin rewşa berê û em neçar in berevaniya berjewendiyên gelê Îranê bikin.

 

منبع خبر

Serepeyv