Îran: Meyandina Ûranyûmê di rêjeya bilind da ji bo rakirina boykotan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341879-Îran_meyandina_Ûranyûmê_di_rêjeya_bilind_da_ji_bo_rakirina_boykotan_e
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em meyandina Ûranyûmê heta asta sedî 60 li gorî Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk bi cih tînin û ev yek bi armanca rakirina boykotan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2023 04:49 Asia/Tehran
  • Îran: Meyandina Ûranyûmê di rêjeya bilind da ji bo rakirina boykotan e

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em meyandina Ûranyûmê heta asta sedî 60 li gorî Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk bi cih tînin û ev yek bi armanca rakirina boykotan e.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Meclîsê Qanûna Pêngavrakirina Stratejîk ji bo kêmkirina boykotan pesend kir û teqez cihanîna vê qanûnê mihwerek bû da ku em bikarin dijminan neçarî cihanîna sozên xwe bikin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Avakirina Hêzgeha Atomê ya 360 MegaWat a tevav-îranî wek stratejiyeke bingehîn ji bo xurtkirina qabiliyeta pêşeyî ya welêt bo asta navokî ketiye destûrkara me.

Îslamî her wiha got: Meyandina di rêjeya bilind da ji bo vê yekê pêk hatibû da ku boykot bên rakirin, armanca qanûndarêj jî ev bûye ku Pêngavrakirina Stratejîk ji bo rakirina boykotan pêk were.