Hezîran 04, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Îmam Xumeynî (RE) ji şanazên dîrokî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di rêûrisma rêzgirtinê ya salroja rehleta Îmam Xumeynî (RE) dan ew wek şanaz û pêşengê dîrokî bi nav kir û tekez kir: Şanaz û pêşeng nabe ku bên wêdadayîn û xalifandin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî vê sibê (Yekşemî) di rêûrisma salvegera 34an a rehleta Hezretê Îmam Xumeynî (RE) da li tirba wî ya paqij û li nav koma bicoş a gel got: Dibe ku kurtedemekê xalifandinek derbarê îmamê rehletkirî pêk were, lê ev roj dê li paş ewran nemîne.

Ayetullah Xamineyî her wiha got: Îmam Xumeynî (RE) sê veguherînên mezin û bêmînak di asta welêt da û asta Umeta Îslamî û asta Cîhanê da pêk anîn ku dibe ku di pêşerojê da jî mirov nekare pêşbînî bike ku dîsan serê xwe bigire.

Wî bi gotina vêya ku Îmam Xumeynî (RE) pêkhateya siyasî ya paşatiyê hilweşand û demokrasî li dewsa wê danî, got: Îmam Xumeynî (RE) pergaleke ne-îslamî ji meydanê derxist, zorbêjî veguherand azadîyê, bê-huviyetî veguherand xwebaweriyê û 'Çaverêtiya li biyaniyan' veguherand 'Em dikarin'.

 

Serepeyv