Reyîsî: Bila peywendiyên Tehran û Enqereyê di serdema nû da berfireh bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i341667-reyîsî_bila_peywendiyên_tehran_û_enqereyê_di_serdema_nû_da_berfireh_bibin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê da got: Bila peywendiyên Tehran û Enqereyê di serdema nû da berfireh bibin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 30, 2023 15:37 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bila peywendiyên Tehran û Enqereyê di serdema nû da berfireh bibin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê da got: Bila peywendiyên Tehran û Enqereyê di serdema nû da berfireh bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina dubare ya hilbijartina Receb Teyyîb Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hêvîdarî kir ku di heyama nû da peywendiyên aborî, siyasî, ewlehî, çandî û bazirganî navbera du welatan zêdetir ji berê berfireh bibin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Seyid Îbrahîm reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di gotûbêja telefonî digel Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê da, her wiha daxwaza lezandina zêdetir a hevkariyên navçeyî navbera Îran û Tirkiyê bi armanca dabînkirina berjwendiyên welatên navçeyê kir.

Receb Teyyîb Erdogan jî tevî sipasiya ji niyeta baş a Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyê xwe û gelê welatê xwe va got: Di heyama pêşber da teqez peywendiyên Tirkiye û Îranê di warên cûrbicûr da berfirehtir bibin.